Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Referanduma Guherîna Qanûna Bingehîn Pêk Tê


Îro li Tirkîyê referanduma guherina 26 xalên qanuna bingehîn pêk tê. Qanûna bingehîn ya Tirkîyê ji 177 xalan pêk tê û di roja 7.11.1982’an hatîye qebûl kirin. Qanûna bingehîn ya heyî, di dema cuntaya 1980’ê de, ji alîyê leşkeran ve hatîye amade kirin û ev qanûn li ser esasên yek netew, yek al, yek ziman hatîye saz kirin.

Dengdan ne xal bi xal in, ew kesên ku harin ser sindoqê dê bi giştî ji 26 xalan re ê bêjin erê yan na. Li gor lêkolînan, di nav gel de rêjeyeka bilind nizanin ku naveroka pakêta referandûmê çîye. Ji ber hindê ew kesên ku harin deng bidin ê li gor biryara partîyên xwe tevbigerin.

Hinek alî piştgirîya pakêta guherina qanûna bingehîn dikin, weke Partîya Dad û Pêşvebirinê AKP dê dibên “erê”; hinek alî jî, ku di serî de partîyên opozisyonê CHP û MHP cîh digrin, li dijî pakêtê radibin û ji guhertinan re dibêjin “ na”. Partîya kurdan BDP jî, jiber ku di gûherinê de ji bo Kurdan tiştek tuneye, li ber vê pakêta ku ji alîyê AKP’ê ve hatîye amadekirin radibin û biryar dan ku ewê neçin ser sandoqan. Herwiha bi rêya mîtingan banga boykota referandumê kirin.

Roja 3’êyê îlonê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoğan, roja 5’ê mehê jî hevseroka BDP Gulten Kişanak û Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr, li Dîyarbekir bi mîtingên girseyî derketin pêşberê gel. Serokwezîr Erdoğan li Dîyarbekir dîyarkir ku paketa refernadûmê, destpêka guherina qanuna bingehîn e û da zanîn ku piştî hilbijartinên 2011’an ewê qanuna bingehîn dê bi tevahî biguherînin. Herwiha Serokwezîr, li ser biryara BDP ya boykota referandumê got “ li gefan nenêrin û harin ser sindoqan, referandumê erê bikin.”

Hevseroka BDP Gulten Kişanak di mitingê got “biryara boykotê, temînata çareserî, aşitî û dîyalogê ye” ; Osman Baydemîr jî destnîşan kir ku “ bi vê pakêta refernadumê derdên kurdan derman nabe” ji ber hindê jî li Dîyarbekirîyan bang kirin ku neçin ser sindoqan, referandumê boykot bikin.

Herdû miting bi tevlîbuna dehan hezar kesan ve pêk hatin. Me jî li ser referandûmê bi esnafên ku neçubun mitingan hevpeyvîn çêkir.

Hanefi Işık’ê 47 salî, li taxa ofîsê dikandarî dike. Hanefî dibêje ew nikaribîye hare mitingan û dide zanîn ku ewê di referandumê de dengê “erê bide. Dikandarê Dîyarbekirî dibêje “inşallah a bi xêr kîjan e, ew bibe, lê ez fêm nakim û nizanim ka çima BDP referanumê boykot dike. Erê yan na, xwezî bila bi bi dengekî biçuna ser sandoqan,.”

Hanefî dibêje ku ew pir agahdar nîne ji naverokê lê dibeje “ inşallah ji bo memleketê me dê baştir bibe.”

Evdila Bilbilê ku li kuçeya hunerê bi firotina pirtukan debara xwe dike, di derbarê referandumê de dibêje ku li Dîyarbekirê ji % 65 dê referandûm were boykot kirin ku ew jî tevlê vê biryarê ye. Evdila biryara xwe ya boykotê jî weha rave dike “AKP 8 salin desthilat e, ger bi rastî jî ji dil buna, dê di nav van 8 salan de divîya ku gavên şênber biavêta. Ji berk u ew, xwedîyê vê hêzê bû. Evdila dibêje ku AKP li gor berjewendîyên xwe xalan dîyar kirîye û ji bo Kurdan jî din av pakêtê de tutiştek tuneye. Esnafê kurd dibêje ew qanuna bingehîn ya ku ji destê leşkeran ve hatîye amade kirin jî tasvîp nakin, lê dixwazin ku ev qanûn ji serî heta binî li gor bingeha demokrasîyê were guhertin.

Evdila dibêje ku ew neçuye mitinga serokwezir û dibêje “ ez di wê bawerîyêde me k udi nav wê girseyê de xelkê Dîyarbekirê pir kêm bûn û îddia dike ku ji Meletê heta Semsurê, ji Bîngolê heta Muş û Sêrtê bi hezaran kes hatibun beşdarê mîtîngê bibûn.

Evdila li ser axaftina serokwezîr ji dibêje “ min wî ji dil nedît, hat li vir ji me re qala Apê Musa kir, lê gelo ka çima di desthilatîya xwe de kujerên wan neqefaltin?”

Bayram Demirê 40 salî jî li taxa Mêrgehmedê bi çixare firotinê debara xwe dike. Bayram di derbarê referandumê de dibêje “ her kes hizrên xwe dikaribin bi azadi bêjin, divê li ser îradeya mirovan îportek tunebin. Ger li ser îradeya min îpotek hebe, ez ji Bayramtîyê erdikevim, dibin tiştekî dinê” Bayram dibêje li gor gengeşeyên ku li ser referandumê derketine ew jî li gor îradeya xwe, bi serhatî û dîtinên xwe biryar bide. Bayram destnîşan dike ku ger “ erê” zêde derkevin, belkî ew rêxistinên ergenekonî û kirarîyên li dijî demokrasîyê pêk hatine ji holê rabibin. Bayram dibêje ku bi salanin ev komar ji alîyê hin hêzan tê birêvebirin û heta îro darazî jî ji alîyê van hêzan ve tê qontrolkirin û weha dibêje “ dibê qey komar, komara bavê wan e, ji mala xwe anîne, ne a gel e.”

Bayram dibêje “ madem ku em doza azadîyê dikin, divê li gor vê tevbigerin û minak nîşan dide “ wa hun jî dibînin, rojîye lê her kes ne mecburin ku rojî bigrin, hinek kes bi rojîne, hinek kes cixareyên xwe dikşînin, ev bi azadîyê pêk tê. Ger bi zordarîyê bibuna, divê îro her kes bi rojî buna. Bayram dibêje ewê di referandûmê de hare ser sindoqê û dengê xwe bide “ erê.

Fuat Şimşekê ku li taxa Qantarê dikandarî dike dibêje ewê jî referandumê boykot bike û neçe ser sindoqê ji ber ku tiştek ku bawerîyê bide wî li rastê tuneye. Fuat dibêje “ ka di van xalan de cîh dane kurdan, na. Ev referandum vala ye û dixwazin welêt bibib ber bi dîktatorîyê.Ne daraz dimîne, ne dageh dimînin ixwazin her tiştî bikin destê xwe, wezîrê dadê bê çi, îndî dê birayarên wî serdest bin. Dikandarê ciwan dibêje ku serokwezîr ji bo kurdan tiştek negot û ew bawer nake ku AKP ji bo kurdan gavekî bavêje. Ji ber vê yekê ji serokwezîr jî bawer nake.

XS
SM
MD
LG