Li Ukrayîna, karbidest dibêjin otobîsek bi şemendefirekê keft li navenda rojhelata Ukrayîna 40 kes di serhatîyê de mirin û 10 yên dî birîndar bûn.
Karbidestan got, serhatî îro Sêşem qewmî dema şûferê otobîsê guh nedayî nîşanên hûşdarîyê û keftî ser rêkeka derbazbûnê dema şemendefirek derbaz dibû. Ew rêka derbazbûnê li nêzîk bajarê Marhanets ê herêma Dnipropetrovsk ya Ukrayîna.
Serokê Ukrayîna Viktor Yanukovych xem û serxweşîya xwe ji kes û karên qûrbanîyan re diyar kir. Wî ferman da ajansên cê bi cê kirina qanûnê, heta dest bi vekolînê bikin di wê serhatîyê de.