Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mahmud Osman: hikumeta Amerîkî rijdîyê li Kurdan diket dev ji postê serokatîya Îraqê berdin


Mahmud Osman: hikumeta Amerîkî rijdîyê li Kurdan diket dev ji postê serokatîya Îraqê berdin
Mahmud Osman: hikumeta Amerîkî rijdîyê li Kurdan diket dev ji postê serokatîya Îraqê berdin

Komelên sîyasîyên Îraqê kombûna parlemanî kû li ber bû roja Dûşem bêt kirin bo destnîşan kirina serokê parlemanî paşxist bo demekê direngê heftîya bêt.

Ji demê helbijartinên meha Adarê piranîya Şî’a, Sûne û Kurdên Îraqê neşîyae rêkbikevin bo pêkbînana hikumeteka nû.

Rêberekî hevbendîya Kurdistanê Mahmoud Osman, dibêjit îro li Baxday ê kombûneka alîyên sîyasî bû bo dan û standina liser destpêşxerîya serokê herêma Kurdistanê Masud Barzanî sebaret pêkînana hikumeta nû.

Birêz Osman, endamekê reberê parlemanê Îraqê gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerêka kû hikumeta serokê Obama rijdîyê li hevbendî ya Kurdistanê diket heta dev ji hewlên serjinû wergirtina postê serokatîya Îraqê berdin.

Dr. Mahmud Osman got serok Barak Obama digel Serokê Îraqê Jalal Talabanî û serokê herêmê birêz Barzanî axiftîye bo handana hewlên pêkînana hikumeta nû ya Îraqê.

XS
SM
MD
LG