Piştî biryara hikûmeta Misirê ya sistkirina hatin, çûnê ji sînora xwe ya li Gaza’yê, Fîlîsîtînîyên pêşîn îro Şemîyê derbazî Misirê bûn.
Misirê roja Çarşemê ragihandibû ku ew dawî li dorpeça xwe ya çar salan ya li devera bin kontrola Hamesê tîne û xala derbazbûnê ya Rafahê carek din vedike. Bi vê biryarê, îzolasyona li ser 1.4 mîlyon Fîlîstînîyên ku li Gaza'yê dijîn jî dê sist be.
Misir dibêje, ew dê xala derbazbûnê Ii gorî rêbazên sala 2007’an, anku berî qayimkirina abluqaya li ser Gaza'yê birêve bibe.Misir wê bihêle ku Fîlîstînîyên bi pasaport, xencî Înîyê û rojên tatîlên fermî, derbazî axa wê bin.
Li gorî biryara Misirê, jin dê bikanibin bê dortengî û tengahî derbazî Misirê bin, lê zilamên navbêra 18 û 40 salî, mecbur in ku li ser tixubê, vîzayên Misirê wergirin.