Sekreterê Partîya Azadî Mistefa Cuma, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de got, xwepêşandanên vê Înê jibo bîranîna Serhildana Adarê hate kirin û gelê Kurd bi awayekî pir xûrt derket kolanan û daxwaza mafên xwe kir.
Mistefa Cuma got, ji Derîkê bigire heta Şamê, li Darra û û her derê Sûrîyê gel derket kolanan û şehîdên serhildana Adara 2004'an bîr anîn.
Birêz Cuma her wiha got, rejîma Sûrî ji dîplomasîyê fem nake û xwe xwedîyê vî welatî dibîne, loma jî gelê Sûrî bawer nake ku hewilên Kofî Annan biser nakevin.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.
.