Kelha Nizarkê li Duhokê, cihê eşkencedana bi hizaran xortên Kurd li demê Enfalê, niha kar têkirin bibe mozexane û cihê bîrewerîya bi navê ‘Miyuzyema Enfala û Birdanka Kurdistanê’. Pirojeyê bi alîkarîya diravî ya Hikmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Duhokê dê çendîn babetan vegirit derbirînê ji wan rojên bizehmet di dîroka Kurdî de bikin.
Birêveberê pirojey hunermendê şêwekar Guhdar Selahdîn mêvanê bernama Ferheng û Torê Kurdî bû. Wî got, em dê li vî cihê buyerên Enfalê bi şêweyên modrên nîşan bideyîn bo actîvkirina bîrdanka Kurdî. Jibo guhdarî kirina bernamê û hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel hunermend Guhdar Salahdeen, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.