Bergumanê tawanên ceng yên Sirbî, Ratkko Mladic li ber e îro derkeve pêş dadgehê da ku dadgeh biryarê bide ku wî teslîmî dadgeha tawannên ceng bike yan ne. Mladic jiber sûc û tawanên xwe yên li dema şerê Bosnayê ji alîyê dadsgehê ve dihate xwestin.
Qumandarê berê yê artêşa Sirbên Bosnayî do Pêncçemê li dadgehê bû, piştî 16 salan hatibû girtin.
Dadgeha Neteweyên Yekbûyî li sala 1995an hikum li ser Mladic bîrîbû, jiber cîhanîna fermanên serdema dorpeça bajarê Sarajevo û kuştina 8,000 mêr û kurên Misilmanên Bosnî li nêzîkî Srebrenica.
Li ber e dadgeha Sirbî biryarê bide ka saxlamîya Mladic dihêle ku wî teslîmî dadgeha Laheyê bikin yan ne. Karbidestên Sirbî dibêjin îhtîmal e ev proses heta hefteyeke berdweam bike.
Rûsya ku hevalbenda Sirbîstanê ye, dadwaz kir ku dadgeha Mladic adîl û bêalî be.
Bi girtina Mladic, tenê Goran Hadzic maye ku hîn ne hatiye desteser kirin. Yekîtîya Ewrupa desteserkirina Hadzic kirîye şertek li ber Belgradê, jibo endamtîya wê ya bo yekîtîyê.