Şandekî kar û barên Olî bi serokatîya Muhamed Şakilî, şêwermendê serokê herêma Kurdistana Îraqê bo kar û barên olî û endametîya birêveberên giştî yên kar û barên Mesîhî û Êzdîyan li wezareta kar û barên olî ya hikumeta herêma Kurdistanê seredana Amerîka kir. Birêz Şakilî gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka kû mebesta seredana wan ew bû ji Amerîkîyan re rohin bikin pêkve jîyana ola li Kurdistanê heye. Wî her wesa got, em hest dikin nûneratîya kêmanîyên olî li herêmê di dezgehên hikumetê de, kême.
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Muhamed Şakilî , fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.