Careka din hikûmeta serokwezîrê Îraq Nûrî Malikî daxwazê ji karbidestên Herêma Kurdistanê dike cêgirê serokê Îraqê Tarîq Haşimî bidin dest heta bêt dadgehkirin bi tawanên kuştin û karên teroristî. Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, Munzir El Fezil, taybetmendê qanunê û endamê komisyona dariştina destûrê Îraqê got, pirsa Haşimî ne sîyasî ye, lê şaştîya Malikî ew e ku ew daxwazê ji Kurd dike Haşimî bidin dest û Haşimî hewl dide ew piris bibe pirsek sîyasî.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Munzir El Fezil, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.