Pêşvenihêrê N.Y û komkara Erebî bo Sûrîye Kofî Anan got, hikumeta Beşar Esed qayîl bûye bi 6 xalên pêşnîyaza wî bo rawestandina tundûtûjîyan li Sûrîye lê rikaberîya Sûrî dibêjit, ew danûstandina digel rijêma Esed nakin. Di hevpeyvîna digel Dengê Amerîka Mustefa Osman, serokê Encûmena Demokrasîya Sûrîye got, rikaberîya derve bawerî bi sozên rijêmê nîne û şoreşa dinav welat de bi hîvîya hilanîna rijême ye.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Mustefa Osman, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.