Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netenyahu dê Danûstandinên Aştîyê Ligel Mubarek Gotûbêj Bike


Serokê Îsraîl Benjamin Netanyahu, nîyet heye alîkarîya Serokê Misirê Husnî Mubarek bixwaze, bona jinûve domandina danûstandinên aştîyê ligel Fîlîstînîyan.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu, di kombûna heftanê ya kabîneya xwe de îro Yekşemî got, ew dê roja Sêşemê li Misirê bi Serokê Misirê Husnî Mubarek re bicive.

Birêz Netanyahu, piştî hevdîtina xwe ligel Serokê Amerîka Barack Obama, li Washington gotîbû peyamhinêran, ku dema destpê kirina danûstandinên rastxwe navbêra Îsraîlî û Fîlîstînîyan hatiye.

Nûnerê Amerîka yê Rojhilata Navîn George Mitchell navbeynkarîya çend gerên danûstandinan kirîbû, li navbêra Îsraîlî û Fîlîstînîyan.

Misir, li sala 1979 peymaneke aştîyê ligel Îsraîlî îmza kirîbû û hevdîtinên paya bilind li navbêra her du alîyan gelek caran pêk tên. Lê, halwesta medya û bîr û raya giştî ya Misirê li hember dewleta Îsraîlê gelek neyênî ye, taybetî jî li derheqa sîyaseta hemberî Fîlîstînyan.

XS
SM
MD
LG