Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî NY Sûrîyê Bi Zordarîyê Tawanbar Dike


Penaberên Sûrî ku ji welatê xwe revîyane li Tirkîyê ne.
Penaberên Sûrî ku ji welatê xwe revîyane li Tirkîyê ne.

Karbidestekî bilind yê Neteweyên Yekbûyî, Sûrîyê tawanbar dike û dibêje, hikûmeta Sûrî bi karanîna zorê dixwaze gelê Sûrî li guhdarîya wê bike.

Berpirsa Rêvebirîya Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, Navi Pillay îro Pêncşemê got, cîyê xemgînîyê ku hikûmetek tank û topan dişîne ser hemwelatîyên xwe û wan dikuje.

Xanim Pillay bang li Sûrîyê kir ku êrîşên xwe rawestîne, li dijî mafên bingehîn yên gelê Sûrîyê.

Ji alîyê din, Papa Benedict bi Hussan Edin Aala, balyozê nû yê Sûrîyê li Vatîkanê, kom bû. Papa Benedict ji Aala re got, divê Sûrîye rêze li rûmeta gelê xwe bigire.

Her du daxuyanî di vê demê da hetin ku bi hezaran Sûrî eciqandin û tepesera welatê xwe revîn û hatine xwe spartin Tirkîyê.

Hikûmeta Tirk ragihand, Sûrî îro Pêncşemê demên zû derbazî axa Tirkîyê bûn. Tê çaverê kirin heta 1.600 pênaber ji Sûrîyê werine Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG