Peywendîyên navbera Herêma Kurdistana Îraqê û hikûmeta navendî ya Bexdayê di qonaxeke req û aloz de ye û Serokê Herêma Kurdistanê gelek carna nerazîbûna xwe bi dengekî bilind eşkere dike.
Birêz Barzanî di dema serdana xwe ya Washingtonê de hişyarî dabû Malikî ku eger bi vî awayî bidome, hîngê ew jî vegerin gelê xwe û li wan bipirsin gelo biryarake çawa bibin.
Daxuyanîya birêz Barzanî ji alîyê gelek kesan ve wekî îhtîmala ragihandina serxwebûnê hate şîrove kirin.
Nivîskar Fehîm Işik, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de pêşketinên girêdayî vê çarçoveyê şîrove dike û dibêje, Nûrî El Malikî bi helwesta xwe ya neyênî Îraqê perçe dike û rê li ber derfeta serxwebûna Kurdan vedike.
Fehîm Işik derheqa serdana Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ya Washingtonê dibêje, medyaya Tirk serdana sîyasetvanên Kurd ya Washingtonê rexne dike. Lê, Selahattîn Demîrtaş bi başî bersîva wan rexneyan daye û gotiye ku wekî hemî oartîyên din, mafê wan jî heye ku serdana wî welatî bikin û nêrîên xwe bi qanûndanêrên Amerîkî re parve bikin.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.