Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustefa Reşîd Helwesta Tirkîyê ya Hember Sûrîyê Şîrove Dike


Mustefa Reşîd Helwesta Tirkîyê ya Hember Sûrîyê Şîrove Dike
Mustefa Reşîd Helwesta Tirkîyê ya Hember Sûrîyê Şîrove Dike

Serêdana Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu ya bi Serokê Sûrîyê Beşar Esed re bi dawî hat. Heta niha ti daxuyanî li ser wê hevdîtinê nehatiye dayîn, lê birêz Davutoglu, piştî hevdîtinê bi lêz û bezî vegerîye Enqereyê.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Mustafa Reşîd armanc û encama serêdana Davutoglu dinirxîne.

Birêz Reşîd dibêje, helwesta Tirkîyê ya ser bûyerên li Sûrîyê ne zelal e. Destpêkê de xwest alîkarîya rejîma Sûrî bike û rê li ber wan bide, lê piştî ku dît ew nemeşîya, hîngê jiber reaksîyona cîhanê nêrîna xwe guhart.

Mustafa Reşîd her wiha dibêje, îhtîmalek xûrt heye ku şerê navxweyî li Sûrîyê destpê bike, taybetî jî navbêra Alevî û Sunnîyan.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG