Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Tosinê Reşîd Bûyerên Kurdistana Îraqê Dinirxîne


Xortên Kurd yên li bajarê Silêmanî di xwepêşandaneke girseyî de xuya dibin.
Xortên Kurd yên li bajarê Silêmanî di xwepêşandaneke girseyî de xuya dibin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û lêkolînêr Tosinê Reşîd derheqa xwepêşandanên li Lîbyayê dipeyîve û her wiha bûyerên li Kurdistana Îraqê dinirxîne.

Birêz Reşîd dibêje, piştî ewqas nerazîbûn û xwepêşandanan êdî Muammer Qaddafî nikane li ber xwe bide û li desthilatê bimîne. Eger rejîma wî bikêve hîngê jibo welatên zordar yên wek Îran û Surîyê jî rojên çetin û dijwar xuya bin.

Tosinê Reşîd her wiha qala xwepêşandanên Kurditana Îraqê jî dike û dibêje, herkes zane ku diz û pere xwarin li wê derê belave ye û divê were sekinadine. Lê, bi tund û tûjî û êrîş kiriina pavahîya partîyên sîyasî pirsgirêkên civakî nayên çareser kirin.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG