Cemîyeta Rojnamevanên Azad (OGC) jibo azadîya rojnamevanên girtî kempeyna rojnamegerîya dilxwaz da destpê kirin.
Serokê OGC’ê Haqî Boltan daxuyanîya çapemenîyê xwend û bal kişand ser zext û zordarîya ser rojnamevanên Kurd.
Edîtorê Ajansa Dîclê (DIHA) M. Alî Ertaş ji Dengê Amerîka re behsa vê kempeynê kir û got, berîya rewşa awarte şertê rojnamegrîyê li herêmê dîsa xirab bû û gelek rojnameger li navçeyên qedexe jiber nûçeyên xwe hatin girtin.
“Niha li Tirkîyê 70 rojnameger girtî ne û 10 ji wan peyamnêrên ajansên DIHA û JINHA’yê ne. Bajarên ku şer û pêvçûn çêbûn, hêzên ewlehîyê dixwazin talan û wêranîya ku kirine veşêrin. Loma zextê li ser rojnamegeran dikin."
Hêjayî gotinê ye ku berîya vê kempeynê, kempeyneke cûda hebû ku rojnameger her hefte rojên Pêncşemê jibo azadîya rojnamevanrên girtî li ber dadgehê çalakîya rûniştinê dar xistin.
Ev kempeyna nû ku 25 rojan li bajarên cuda wê bidome, qonaxa duyê ya kampeyna yekê ye. Armanc jî ew e ku di nav civak û sazîyên civakî de rojnamevanîya dilxwazî belav bibe.