Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Ser Biryara Rewşa Awarte li Tirkîyê


Piştî ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku bo sê mehan Rewşa Awarte tê ragihandin, gelek kesên navdar bi rêya medya civakî nêrînên xwe parve kirin.

Cîgirê Serokwezîrê tirkîyê Numan Kurtulmus"Rewşa Awarte jibo bi rêxistina paralel re tekoşîn were kirin hat îlankirin"

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen got, “madem ku Rewşa Awarte (OHAL) tiştekî wusa qenc bû, her carê we çima pesnê partiya xwe dida û digot 'OHAL me rakir'?

Cîgira Hevseroktîya HDP Meral Daniş Bestaş jî got "bila dîrok binivîse ku îlankirina OHALê li meydanê Tirkiyê bi şahiyan hat pîroz kirin!"

Parlamanterê berê Hasip Kaplan jî got ku "OHAL tê maneya bêdengkirin, sansur û sirgûnê.

“OHAL ne çareseri ye, careserî demokrasî ye. Darbevanan xwest parleman bi bombeyan bêdeng bikin, lê niha hikûmet jî bi OHALê bêdeng dike. Bi rêya partîyekê dixwazin parlemantoyê bêdeng bikin. Dema parleman bêdeng bikin, divê opoziyon jî bo rûmeta xwe berxwedanê bikin.”

Rojnamevan Can Dundar "Meclîsa ku ji bombeyan filitî, bi OHAL bê tesîr hat hîştin. Bi vê halî cejna we ya demokrasiyê pîroz be!!!”

Rojnamevan Ozgur Mumcu "Halê herî awarte ev rewş e, di vê rewşê de helbet Rewşa Awarte were îlan kirin. Lê ya girîng ew e, li şertên qanûna bingehîn û yasayên navnetewî hereket bikin.”

Rojnamevan Kemal Goktaş "Hewla darbê têk birin, kontrol hatiye destxistin. Bi baweriya min li gorî qanûna bingehîn rewşeke ku Rewşa Awarte were îlan kirin ji ortê hatiye rakirin.”

XS
SM
MD
LG