Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakîstan Jibo Danûstandinên Aştîyê Amade ye


Wezîrê Derve yê Pakîstanê Şah Mahmud Qureşî
Wezîrê Derve yê Pakîstanê Şah Mahmud Qureşî

Pakîstan dibêje, ew amade ye alîkarîya danûstandinên aşkirinê ya navbêra hikûmeta Afganî û Talîbanê bike, jibo pêşvebirina aştîyê li herêmê.

Wezîrê Derve yê Pakîstanê Şah Mahmud Qureşî roja Înîyê ji peyamhinêran re got, hewilên aşîtîyê divê pêngaveke Afganî bê, lê Pakîstan ji hazir e alîkarîya wan hewilan bike.

Îslamabad li salên 1990’an alîkarîya Talîbanê kir ku were ser desthilatê, lê dû re piştgirîya xwe paşve kişand, jiber êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê, li dijî Amerîkayê. Hîn karbidestên Amerîkî dibêjin, jimareke pêkhatîyên îstîxbarata Pakîstanî peywendîyên xwe yên ligel Talîbanê tim berdewam kirin.

Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen jî roja Pencşemê got, hêzên navnetewî li Aghanîstanê dixwazin alîkarîya bizavên aşkirinê yên li wî welatî bikin.

XS
SM
MD
LG