Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê AKPê Kiniklioglu Bersîva Pişka Kurdî Dide


Parlamanterê AKPê Kiniklioglu Bersîva Pişka Kurdî Dide
Parlamanterê AKPê Kiniklioglu Bersîva Pişka Kurdî Dide

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di hilbijartina giştî ya Tirkîyê de serkeftineke mezin destve anî û 50 ji sedê hemî dengan wergirt.

Nûnerê bajarê Çankiriyê ji AKP’ê Suat Kiniklioglu di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî de encamên hilbijartinê dinirxîne û li ser sîyaseta derve ya Tirkîyê, amadekirina qanûna bingehîn û rewşa Hatîp Dîcle û her wiha helwesta BDP’ê jî dipeyîve.

Me di destpêka hevpeyvînê de li birêz Kiniklioglu pirsî ku encamên hilbijartinê çawa dinirxîne:

Birêz Kiniklioglu dibêje, encamên hilbijartinê em pir şa kirin. Nêzîkî 50 ji sedê hilbijêran dengê dan partîya me û ev jî îsbata piştgirîya wan e. Gelê Tirkîyê bi zelalî nîşan da ku ew dixwazin kîjan partî welat birêve bibe.

Parlamanterê Tirk Suat Kiniklioglu li ser nivîsîna qanûna bingehîn ya sîvîl jî wiha diaxife:

Erka herî girîng ya li ber Tirkîyê û vê parlemanê, bê guman destûreke nû ye. Ez vê pêvajoya qanûna bingehîn a nû pir girîng dibînim û serokwezîrê me jî wiha difikre. Divê hemî partîyên sîyasî û sazîyên sîvîl yên civakî xebateke li ser vê erkê bike. Dû re jî, li 1’ê Cotmehê, piştî parlemana nû vebe emê qanûna bingehîn ya sîvîl di bin şert û mercên normal de amade bikin. Helbet, jiber vê erka dîrokî, ez di vê bawerîya de me ku ev meclîs de bibe xwedîyê berpirsîyeke taybet.

Me li endamê Partîya Dad û Pêşvebirinê Suat Kiniklioglu pirs kir: Gelo hunê BDP jî nav de, bi her sê partîyên li parlemanê re hevkarîyê bikin?

Birêz Kiniklioglu dibeje:

Bê guman. Birêz serokwezîr berî hilbijartinê behsa vê kirîbû. Ne tenê partîyên sîyasî yên li nav meclîsê, her wiha yên bi partîyên li dervayê meclîsê jî. Her wiha, em dixwazin sazîyên sîvîl yên civakî, rêxistinên karsazan û her kes pêşnîyarên xwe li bingeheke hevbeş kom bikin û binirxînin. Emê qanûneke bingehîn ya nû amade bikin ku navenda wê de şexs anku kes hebe û dewlet jî xîzmeta wan şexsan bike.

Suat Kiniklioglu di warê sîyaseta dervayê de yek jî sîyasetvanên herî girîng e, li nav Partîya Dad û Pêşvebirinê. Me li wî pirsî ku li ser sîyaseta derve ya Tirkyê çi difikre?

Bersîva Kinikligolu jî wiha ye:

Em bi vê yekê pir serbilind in. Sîyaseta me ya derve ne tenê li herêma me, her wiha li cîhanê jî dengekî bilind dide. Herkes hewileke taybet dide ku nêrîn û helwesta Tirkîyê ya li ser kêşeyên cûrbicûr yên cîhanê bizane. Bê guman em bi vê yekê dilgeş in. Lê, ev jî barê ser milê me girantir dike. Ev jî nîşan dide ku pêngavên me yên sîyaseta derve ji nêzîk ve tên şopandin û jibo gelê herêmê xwedîyê maneyeke girîng e. Emê di demên were de jî sîyaseta xwe ya dervayê bi aqilane û li ser berjewendîyên welatê xwe biafrînin. Ez wiha difikrim ku sîyaseta me ya derve, di salên pêş de jî li berdewam li rojêvê bimîne û taybetî li Amerîka, Ewrupa, Asyaya Dûr û li Rojhilata Navîn bala gelek kesan bikşîne.

Di dawîya hevpeyvîna me de me biryara Sazîya Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê pirsî ku parlamenterîya sîyasetvanê Kurd Hatîp Dîcle jî destê wî standibû, ji Suat Kiniklioglu re pirs kir:

Kiniklioglu dibêje,

Înşallah hemî partî û alîyên vê keşeyê bizavê bikin da ku îredeya netewî li parlemanê bi awayekî rastîn were temsîl kirin û kêşeya heyî çareser bikin.

Hun dikanin raporteke li ser vê hevpeyvînê û orjînala hevpyeyvînê bi lînkên "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarî bikin.

XS
SM
MD
LG