Di hevpeyvîna hevkarê me Robîn Reşvan de, parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê bajarê Sêrtê Osman Ozçelîk encamên referanduma qanûna bingehîn dinirxîne.
Birêz Ozçelîk dibêje, partîya wan di referandumê de serkeftineke mezin destve anî û êdî hikûmet mecbûr e pirtir guh bide daxwazên BDP'ê.
Ozman Ozçelîk her wiha dibêje, gelê Kurd ê ku dixwaze pirsa Kurdî bi rêyên demokratîk çareser be, nîşan dan ku ew piştgrirîya sîyaseta wan dikin.
Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’ a jêrîn klîk bikin.