Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê Merdîn Halît Demîr Bûyerên Dawî Dinirxîne


Parlamenter M. Halît Demîr
Parlamenter M. Halît Demîr

Di hevpeyveyvîneka Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, parlanmenterê AKP yê Merdînê, M. Halît Demîr êrîşa hember sîyasetvanê Kurd Ahmet Turk şîrove dike.

Birêz Demîr dibêje, Ahmet Turk sîyasetvanekî zana û hêja ye û ez êrîşa li hember wî şermezar dikim. Ez bawer nakim ku ew êrîş, bûyereke şexsî ye. Bi dîtina min ew yek plankirî bû û armanca wê jî asteng kirina hewilîn me yên guherîna qanûna bingehîn e. Le, hem taybetî birêz Ahmet Turk û hem jî sîyasetvanên din bi daxuyanîyên xwe rê nedan ku encamên neyênî derkevin.

Halît Demîr her wiha dibêje, tevî bûyerên wî rengî, ewê berdewam xebatê bikin ku qanûna bingehîn biguherin û demokratîk bûnê pêk bînin.

Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka jorîn ya destê rastê kilîk bikin.

XS
SM
MD
LG