Qumandarê hêzên Amerîkî û yên NATOyê li Afganîstanê dibêje, NATO rêyeke ewle û parastî peyda kirîye, jibo hatina rêberên Talîbanê bo danûstandinên li paytaxt Kabulê.
Generalê Amerîkî David Petraeus îro Înîyê li Londonê gote peyamhinêran, biryara NATO nîşaneya piştevanîya wê ye jibo hewilên aşkirinê yên Serokê Afganîstanê Hamîd Karzayî.
Ji alîyê din, Pakîstan jî dibêje, ew amade ye alîkarîya danûstandinên aşkirinê ya navbêra hikûmeta Afganî û Talîbanê bike, jibo pêşvebirina aştîyê li herêmê.
Wezîrê Derve yê Pakîstanê Şah Mahmud Qureşî roja Înîyê ji peyamhinêran re got, hewilên aşîtîyê divê pêngaveke Afganî bê, lê Pakîstan ji hazir e alîkarîyê bike.
Îslamabad li salên 1990’an alîkarîya Talîbanê kir ku were ser desthilatê, lê dû re piştgirîya xwe paşve kişand, jiber êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê, li dijî Amerîkayê. Hîn karbidestên Amerîkî dibêjin, jimareke pêkhatîyên îstîxbarata Pakîstanî peywendîyên xwe yên ligel Talîbanê tim berdewam kirin.
Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen jî roja Pencşemê got, hêzên navnetewî li Aghanîstanê dixwazin alîkarîya bizavên aşkirinê yên li wî welatî bikin.