Peyamê Serok Obama bi Helkefta meha Remezanê
Bi navê gelê Amerîka, Mişêl û ez dixwazîn baştirîn hez û hîvîya ji Mûsilmanên Amerîka û seranserî cîhanê re bişînin. Remezan Karîm
Remezan demê hide ye Mûsilman li seranserî cîhanê kûîr hizra wan pend û rênimayîyên bikin, ewên bi îmanê peyda dibin, û herwesa berpisyarîya mirovan hemberî hev û din hey û hemberî Xwedê. Eve demê hindê ye malbat lêk bicivn, dost û haval ji Îftarê re mêvandarîya hev dikin. Belê Remezan, herwesa demekî hêjaye jibo hizirkirin û diyarkirina dilsozîya rast û diruste, Mûsilman bi rojî dibin û bi şevê Xwedê di perêsin, demê alîkarîya xelkên dîye jibo peyda kirina delîve û pêşvebirina gelan li hercihekî. Tivya em hemû li bîra xwe bînin kû cîhana me divê avabikin û gûherîna me divê bikîn, ji nîva dilên me û jinav civakên me divê dest pêdikin.
Ev rê û risim binemayên me yên hevpişk li bîra me dînin , û rolê Îslamê di pêşvebirina dad û geşekirin û dilfirehîyê û kerameta hemû mirovan. Remezan bîrewerîya bawereka olîye, tê naskirin bi ola keltûrên çûda û wekhevîya nijadan. Li vir li Weltên Êkgirtîyên Amerîka, Remezan bîrhatineke kû Îsalm hemû dema parçeyeka Amerîka bûye, û Mûsilmanên Amerîkî rolekê gelek mezin di welatê me da hebûye. Îro ez dixwazim gerimtirîn pîrozbahîyan bigehînim Milyarek û Nîv Mûsilmanên seranserî cîhanê, û kes û kar hevalên we, li demê ûn dest bi Remezanê dikin.
Ez bi hîvêî me li vir li Seraya Sipî vê heftîyê mêvandarî ya Îftarekê bikim, û hîvîya meheka pîroz ji wera bixwazim. Silav û dirûdên Xwedê li we bin.