Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

46 Rexistinên Navnetewî Dijî Doza Girtina HDP'ê Piştgirî Nîşan Didin


Preskonferansa 46 Rexistinên Navneteweyî Dijî Doza Girtina HDP'ê , Enqere,Tirkîyê, 31 Adar, 2022
Preskonferansa 46 Rexistinên Navneteweyî Dijî Doza Girtina HDP'ê , Enqere,Tirkîyê, 31 Adar, 2022

46 rexistinên maf û hiqûqê yên navneteweyî dijî doza girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya li Dadgeha Qanûna Bingehîn, li Enqerê ya paytexta Tirkîyê daxuyanîyeke hevpar dan.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ser navê 46 rexistinan daxuyanîya hevpar xwend û got ku li her derê cîhanê tê ragihandin ku ser HDP’ê neheqîyek hatîye kirin.

Di daxuyanîyê de Turkdogan ramana hevpar ya 46 rexistinên maf û hiqûqê wiha dîyar kir:

“Em wek rêxistinên ku dixwazin demokrasî were parastin û pêşxistina wê bidome dibêjin ku pêwîste neheqîya ku ser HDP’ê tê kirin were betalkirin. Doza ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê dijî HDP' ê didomîne me dike nava fîkarên kûr. HDP ji damezirandina xwe vir ve ve û heya niha jî, li Tirkîyê di nav jiyana sîyasetê de ye. Em rêvebirên van rêxistinan dixwazin ku mafên HDP’ê yê temsîlîyetê biparêzin. Em bang dikin ku bila dadgeha Tirkîyê ser xeta dadmendîyê de bimîne.”

Piştî daxûyanîya hevpar berpirsên rêxistinên navneteweyî bi onlaynî beşdarî civînê bûn û nêrînên xwe anîn ziman; ji welatên wek Brîtanya, Îtalya, Fransa, Belçîka, Elmanya, Amerîka, bi tevahî ji 12 welatan.

Preskonferansa 46 Rexistinên Navneteweyî Dijî Doza Girtina HDP'ê (2) , Enqere,Tirkîyê, 31 Adar, 2022
Preskonferansa 46 Rexistinên Navneteweyî Dijî Doza Girtina HDP'ê (2) , Enqere,Tirkîyê, 31 Adar, 2022


Rêvebira Yektîya Hiqûqzanên Brîtanya Margaret Owen di peyama xwe de bal kişand ser rewşa Tirkîyê û doza girtana HDP’ê.

“Li Tirkiyê Kurd têkoşîna mafên xwe didin. Jiber vê jî rêxistinê Kurdan tevahî di bin zextên Tirkîyê de dimînin. Temaşe bikin Tirkîye aniha di navbera Ukrayna û Rûsya de navberkarîyê dike. Lê, ya rast Tirkîye bi xwe hikûmeteke sucdarê şer e,” Owen got.

Rêvebirê Federasyona Mafên Mirovan ya Navneteweyî Alexis Deswaef ramanên xwe wiha eşkere kir:

“Dozeke wiha, ya li pêşîya parêzeran de mafê parastinê ji holê radike û azadîya hiqûqê seqet dike. Ev yek jî dibe amûrekê zorê û di destê desthilatdarîyê de ser HDP’ê de tê daliqandin. Desthilatdarî bi van rê û rêbazên dijî demokrasîyê dixwaze xwe biparêze. Heke li Tirkîyê darizandineke dadmend hebûya dozeke wiha wê nedihat vekirin,“ Deswaef got.

Hem di daxuyanîya hevpar de û hem jî beşdarên civînê bi tevahî dîyar kirin ku ewê heta dawîyê piştgirîyê bidin HDP’ê.

Wan herwiha dîsa bang li karbidestên Tirkîyê kirin û gotin divê ew di demeke kurt de ji vê xeletîyê vegerîn.

Navên hin rexistinên ku îmza dane daxuyanîya hevpar ya bo piştgirîya HDP'ê wiha ne:

Yekîtîya Hiqûqzanên Amerîka, Konfederasyona Parêzvanên Pasîfîk û Asya, Sendîkaya Parêzvanên Fransa, Komeleya Parêzvanên Komara Almanya, Sendîkaya Parêzvanên Demokrat ya Belçîka, Tîma Hiqûqê ya Îtalya, Federasyona Giştî ya Sendîkayên Brîtanya

Hun dikarin li ser lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.

46 Rexistinên Navneteweyî Dijî Doza Girtina HDP'ê Piştvanîya Xwe Dîyar Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00
XS
SM
MD
LG