Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) bi munasebeta 1’ê Îlonê jibo aşitîyê bang li PKK’ê û dewleta Tirkîyê kir.
Serokê PSK’ê Mesut Tek li li Amedê daxuyanîyek da û bibîr xist ku li çar perçê Kurdistanê şer û pevçûn hene û welat ji aşitîyê gelek dûr e.
Wî got Tirkîye hin di bandora hewildana derbeya leşkerî ya 15’ê Tebaxê de ye û PKKê jî bi êrîşên bombekirî tundîyê zêde dike.
"Divê PKK bê qeyd û şert metodên şîdetê û êrîşên çekdarî biterikîne. Herhiwa hikûmeta AKP’ê jî divê operasyonan bidawî bike û rê li ber danûstandin û aşitîyê veke."
Hun dikarin di dewamîya raportê de agahîyên berfireh guhdar bikin.
***