Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûndanerên Opozîsyonê Parlemana Tirk Boykot Dikin


Qanûndanerên Opozîsyonê Parlemana Tirk Boykot Dikin
Qanûndanerên Opozîsyonê Parlemana Tirk Boykot Dikin

Qanûndanerên opozîsyonê li Tirkîyê vekirina parlemanê boykot dikin, bi sedama biryara dadgehê ku nahêle namzetên nû hilbijartî werine parlamenê.

Yek ji sê hemî 550 endamên parlemana nû hilbijartî Duşemê gotîbû, ew dê pişikdarî li meclîsê bikin, lê sond naxwin, heta ku hevalên wan werine azad kirin.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got, 135 parlamenterên partîya wan jî, mîna parlamenterên Kurd beştarî li prosesa antî-demokratîk nakin ku rê nade parlamenterên zindankirî ku destbi karê xwe bikin.

Dadgehên Tirk red kir ku 9 parlamenterên girtî azad bike ku gelek kes bawer dike ku girtina wan jiber sedemên sîyasî ne.

Sazîya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) parlemanterîya Hatîp Dîcle ji destê wî standibû dabû berbijara partîya desthilatdar.

XS
SM
MD
LG