Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qumandarê Serhildayên Lîbyayî Hate Binax Kirin


Qumandarê Serhildayên Lîbyayî Hate Binax Kirin
Qumandarê Serhildayên Lîbyayî Hate Binax Kirin

Bi hezaran Lîbyayî di merasîma binaxkirina qumandarê serekî yê serhilda Abdul Fettah Yunis de, li Bîngazî kom bûn.

Abdul Fettah Yunis û du alîkarên wî roja Pêncşemê di bin şert û mercên ne dîyar de hatibûn teqe lê kirin û kuştin. Qumandarê navdar yek jî zilamên nêzîkî rêberê Lîbyayî Muamer Qezafî bû, berî ku tev li serhildayan bibe.

Civata Demkî ya Netewî (TNC) dibêje, ew lêpirsîna kuştina Yunis berdewam dike.

Serhildayan demeke zûtir ragihandibû wan Yunis dester kirîye, bi gumana ku reng e têkîlîya malbata wî bi hikûmeta Qezafî re hebe.

Yunis berê weîzrê navxweyî yê Lîbyayê û yek jî hevalên nêzîk yê rêberê Lîbyayî Muamer Qezafî bû û piştî destpêbûna xwepêşandana derbazî hêla serhildayan bibû.

XS
SM
MD
LG