Rêberên Yekîtîya Ewrupî banga dîyalogê dikin, li navbêra hikûmeta Misirî û opozîsyona wî welatî.
Berpirsa Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewrupî, Catherine Ashton dibêje, girîng e ku gel û hikûmet bi hevre ber bi pêşveçûne ve herin.
Serokwezîrê Brîtanya David Cameron îro Înîyê got, divê hikûmeta Misirê hîn pêngavan bavêje, jibo guherîna desthilatê ya zelal û pêbawer.
Birêz Cameron got, pêngavên heta niha bendawarîyên gelê Misirê bicîh ne anîne.
Li ber e, rêberên Yekîtîya Ewrupî ya 27 endamî, di dawîya kombûna yek rojî de daxuyanîyeke hevbeş li ser Misirê biweşînin .
Li alîyê din, rêberê olî yê Îranî Ayetullah Alî Xameneyî dibêje, serhildana Misirê nîşaneya şîyarbûna Îslamî yê li herêmê. Wî bang li Misirîyan kir rejîmeke Îslamî li welatê xwe damezrînin.