Di Referanduma Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê de Çi Hene
Roja 12 Îlonê jibo guherîna 26 xalên zagon û qanûna bingehîn ya Tirkîyê dê referandum bibe. Ev serê çend meh in jibo referandumê, di qada sîyasetê de gotûbêjên berfireh têne kirin. Hinek alî piştgirîya pakêta guherina qanûna bingehîn dikin, dibên “erê”; hinek alî jî, li ber radibin û dibêjin “ na”. Partîya kurdan BDP jî, jiber ku di guherinê de jibo Kurdan tiştek tuneye, vê pakêta ku ji alîyê AKP’ê ve hatîye amade kirin derdikevin û biryar dan ku ewê neçin ser sandoqan û dê referandumê boykot bikin
Li Tirkîyê ji sala 1961’î heta 2007’an, 5 caran referandum çêbûne. Referandumên salên 1961 û 1982 ji alîyê cuntaya leşkeran ve hatine kirin. Gelê Tirkîyê neçar mane qanûnên bingehîn yên ku bi destê leşkeran ve hatibûn amade kirin bipejirînin.
Qanûna bingehîn ya heyî, di dema cuntaya 1980’ê de, ji alîyê leşkeran ve hatîye amade kirin û ev qanûn li ser esasên yek netew (Tirk), yek al (Ala Tirkîyê), yek ziman (Tirkî) hatîye saz kirin.
Qanûna bingehîn ya Tirkîyê ji 177 xalan pêk tê û di roja 7.11.1982’an hatîye qebûl kirin. Di nav 28 salên dawî de li ser daxwaza Yekîtîya Ewrupayê 16 car hatîye guhartin. Bi van 16 paketan de heta neha 83 xal hatine guhartin.
Referanduma ku roja 12 îlonê de were kirin, dê ev xal jibo guhartinê werin ber gel.
Xala 10 : Di naveroka vê xalê de cûdakarîya erênî (positive discrimination) heye. Li gor vê xalê, jin û mêr xwedîyê mafên hevpar in, dewlet berpirs e ku ev hevparî di jîyanê de pêk were. Li vê derê xala Tedbîrên ku li, ser vê armancê werin girtin, li dijî rêgeza “ di qanûnan de wekhevî”nayê hesibandin” û “tedbirên ku jibo zarok, pîr û kal, kesên kêmendam, jin û sêwîyên şehidan, malûl û gazîyan re werin girtin, ne li dijî rêgeza “ di qanûnan de wekhevî”yê ye. ” ... lê tê zêde kirin.
Xala 20 : Ev xal jibo parastina jîyana mirovan ya taybet e. Li gor guherinê, herkes dikane daxwaz bike ku agahdarîyên di derbarê wî kesî de, ji heman kesî re were eşkere kirin. Di vê çarçoveyê de kesên ku bixwazin, dikanin pêzanînên ku di derbarê wan de hatine tomar kirin, hîn bibin û xwe bigehînine wan agahdarîyan. Her wiha, ew dikanin daxwaza serasti kirina wan agahdarîyan bikin an jî bi giştî rakirina wan daxwaz bikin. Dîsa, ew kes dikanin hîn bin ku ev agahdarî jibo kîjan armancan hatine bikar anîn. Daneyên destxistî, tenê bi razîbûna wan kesan yan jî li gor çarçoveya qanûnan dikane were bikar anîn.
Xala 23 : Guhartin jibo rêwitîyên hemwelatîyan ku li derveyî welat in. Li gor vê yekê, azadîya derketina derveyê welêt tenê di çarçoveya lêpirsîn û taqiba suc, bi biryara dadgeran dikane were qedexe kirin.
Xala 41 : Ev xal jibo parastina malbat û mafên zarokan e. Li vê xalê, biryara “ he zarok, jibo hîmaye û xwedî kirineke baş, xwedîyê mafa dewamîya têkîlîya dê û bavê xwe ye. Dewlet jibo zarokan li hember îstîsmar û tund û tûjîyê tedbîrên parastinê digire” tê zêde kirin.
Xala 51: Bi fiqaraya 4’an ya vê xalê, qirara “qedexe kirina endamtîya du sendikaya bi hev re”, cîh digirt. Bela ku ev fiqra li gor Peymana Rexistina Kar ya Navnetewî (ILO) ye, li dijî xala “azadîya sendiqayan e û mafê rêxistinîyê ye”, ev fikra ji xalê tê derxistin, karker û karmend bi vê guherînê dê di heman beşa kar de dikanin bibin endamên du sendiqayan.
Xala 53 : Ev xal, jibo karmendan mafê peymana hevreyî (collective agreement) dide. Li gor xala 53, karmend jibo mafên xwe bi rêvebirên dewletê re tenê dikanin bi giştî hevdîtina pêk bînin lê li gor guherînê karmend dibin xwedîyê “mafê peymana hevreyî”.
Xala 54. Fiqrayên 3 û 7 ya vê xalê mafên grev û lokawtê bisînor dike. Li gor guherînê ev fiqrayên ha tên ra kirin. Jibo karanîna mafên sendiqayan û mafên grev û lokawtê, gavek berbipêş tê avêtin.
Xala 74.: Li gor serast kirinê Sazîya Kontrol kirina Gelemperî (Ombudsman) tê saz kirin. Ev sazî dê gierêdayê Parlamentoyê be û dê gilîyên ku di derbarê birêvebirina îdareyê de werin kirin lêkolîn bikin. Ombudsman, ji 4 sala carekî, ji alîyê parlametoyê, bi dengdana veşarî, dê were hilbijartin.
Xala 84. fiqraya dawî ya vê xalê jibo “ Daxistina Parlamenterîyê ye.” Li gor vê yekê, ev fiqra tê derxistin û sepana daxistina parlameterîyê tê rakirin.
Xala 94: Fiqraya 3. dê were guhartin. Li gor vê yekê hilbijartina diwana serokatîya parlametoya Tirkîyê, her sal 2 car dê were li dar xistin, dema wezifeya parlamenterên ku di hilbijartina yekî de dê werin hilbijartin 2 sal in, ên cara duyan de werin hilbijartin dê heta sala were li ser wezifeyê bimînin.
Rêya dad kirinê li Biryarên Civata Bilind ya Leşkerî tê vekirin.
Xala 125. Rê li dadgeh kirina biryarên terfî yê Civata Bilind ya Leşkerî (YAŞ) û biryarên kar derxistinê tê vekirin. Karbidestîya dad kirinê, dê bi bizava îdarî û qontrol kirina karan li gor hiquqê tê sinôr kirin, dê ev tu car weke qontrol kirina dicîyêxwe de neyê bikaranîn.
Xala 128. Li gor vê xalê mafên reha ên karmendan weke - wesf, terfî, maaş- dê bi zagonê were serast kirin.
Xala 129. Birayarên disiplînê tên serast kirin. Li gor vê yekê cezayên “hişyarî” û “eyibandin”ê dê ji qontrola darazê re were vekirin.
Xala 144.: Ev xal li ser “ Qontrola dozger û dadgeran e”. Li gor vê yekê qontrola xizmetên dadê û karên idarî ya savcîyan ji alîyê Wezareta Dadê ve were kirin; qontrol dê ji alîyê mufettişên dadê û qontrolvanên hundirîn yên ku ji savcî dadgeran ve pêk tê were kirin, lêpirsîn û lêkolîn jî dê bi destê mufettişên dadê werin kirin.
Xala 145. Guherina vê xalê, dê leşker li dadgehên sivîl jî dikanin werin darizandin. Li gor vêya daraza leşkerî ji alîyê dadgehên leşkerî û dadgehên dîsiplînê ve tê kirin. Ev dadgeh tenê dikanin dozên sucên ku di xizmet û karên leşkerî de pêk hatine, binêrin. li hemberê ewlekarîya dewletê, li hemberê pergala qanûna bingehîn û sucên ku li dijî vê pergalê pêkhatine, di her halî de, li dadgehên adlî dê werin dîtin. Bilî halê herbê, kesên ku ne leşker bin, li dadgehên leşkerîyê nayên dad kirin. Dadgehên leşkerî di halê herbê de, di kîjan halî û kesan de Karbidest bin; saz kirina wan dadgehan û ger hewce be, li van dadgehan, wezifedar kirina dozger û dadgerên edlî (sîvil ) bi qanûnê tê dîyar kirin.
Saz kirin û kar kirina dezgehên leşkerî yê darazê, karên reha yên dadgerên leşkerî, têkilîyên dozgerên leşkerî bi fermandarîya ku pê ve girêdayîne, li gor esasên serbixwebunîya dadgehan û temînata dadgeran bi qanûna tê rast kirin.
Dadgeha Bilind ji nu ve tê veava kirin
Xala 146. Li gor vê xalê endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn ji 11’an diçe 17’an. 3 Endam ji alîyê parlamentoyê, 14 endam jî ji alîyê serokkomar tê hilbijartin. Endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn Neha ji 11 esîl, 4 jî yedek 15 kesan pêk tê. Bi guherînê dê 17 endam jî dê ji endamê esîl pêk werin.
Dadgeha Bilind dê bi du beş û bi Lijneya Giştî bixebite. Endamên dadgehê dê bi dengê veşarî, serokeke û bi du cîgirê serok hilbijêrin, ên ku dema wazifeya wan bi dawî bun, careke dnê dikanin werine hilbijartin.
Xala 147:Ev xal dema endamtîya Dadgeha Bilind pêk tê. Li gor guherînê dema endamtîya dadgehê bi 12 salan tê sînor kirin.
Xala 148. Ev xal wezife û karbidest kirina Dadhega Bilind de guherinê dike û maf dide serdana kesanî. Serokê parlamentoyê, Serfermandar û qumandaran, Qumandarê Giştî yê Cendermeyê jî bi sucên wezîfeyê xwe li Diwana Bilind dê werine darizandin. Li hemberê biryara Diwana Bilind dikanin serdana lêkolina jinûve bikin. Li gor encama lêkolinê biryar mîsoger ji alîyê Lijneya Giştî ve dê were dayîn.
Xala 149: Ev xal ji ûsûlê dad kirinê û yê xebata dadgehê pêk tê. Li gor guherînê beşên Dadgeha Bilind, bi serokatîya wekîlê serok ve, bi beşdarîya 4 endaman kom bibin. Lijneya Giştî, bi bi serokatîya serokê dadgehê yan jî kesekî ku ji alîyê serok jibo wekaletîyê hatîye tayin kirin ve, herî hindik bi 12 endaman re kom bibin. Lijneya Giştî û beşên dadgehê, biryarên xwe li gor piranîyê bidin. Jibo lêkolînên pejirandina serdanên kesane dê komîsyon werine saz kirin.
Serdan û dozên di derbarê partîyên sîyasî, dê ji alîyê Lijneya Giştî ve bi wesfa Diwana Bilind were dîtin. Srdanên kesane jî ji alîyê beşên dadgehê dê were dîtin. Jibo iptala guherînên qanûna bingehin û jibo biryara girtina partîyên sîyasî divê ji 3/2 endamên dadgehê deng dabin.
Xala 156 : Jibo endamên Dadgeha Bilind ya Leşkerî, di karên mahîîyet û dîsiplînê de dê li pêdivîya xizmetên leşkerî dê neyê nihêrtin Jibo vêya esasên temînata dadgerîyê dê li ber çav were girtin. Jibo Dadgeha Bilind a îdarî a Leşkerî, temînata dadgerîyê tê anîn.
Xala 159: Hejmara endamên Sazîya Bilind ya Dozger û Dadgeran (HYSK) ji 7’an derdikeve 22’an. Hejmara endamên yedek ji 5’an derdikeve 10’an. HYSK dê bi şiklê 3 daîreyan bixebite. Wezirê Dadê dê serokatîya sazîyê bike, musteşarê Wezirê Dadê jî dê di lijneyê de cîh bigre. 4 endamên sazîyê, ji alîyê serokomar ve dê ji hiquqzanên zaninhegan û ewuqatan ve werin hilbijartin; 3 endamên esîl, 2 endamên yedek dê ji Sazîyê Giştî ya Dadgeha Bilind ve dê werin hilbijartin; endamekî esîl, endamekî suxme ji alîyê Lijneya Giştî ya Şuraya Dewletê ve; endamekî esîl, endamekî suxme ji alîyê Akadamîya Dadê ya Tirkîyê ve; 7 esîl, 4 yedek ji alîyê dadger û dozerên daraza îdarî ku di dereceyên yekemînde cîh digrin dê werin hilbijartin; 3 endamên esîl û 2 endamên suxme jî ji alîyê dadger û dozgerên daraza îdarî ve dê jibo 4 salan werin hilbijartin. Endamên ku dema wan tije bû, cerek dinê disa dikanin werin hilbijartin. Rêya îtîrazê ji cezaya lijneyê ya ji “kar derxistin” ê re tê vekirin.
Xala 166: “Qonseya Civakî û Ekonomî” dikeve bin banê Qanûna Bingehîn. Ev qonsey, di mijarên ekonomîyê de şêwirmendîya hikumetê bikin.
Xala 15 ya demkî : Ev xala ku ku li pêşîya dad kirina darbekaran ve hatîye çê kirin, dê were ra kirin. Ev guherîn, ji darbekarê 12 îlona 1980’yî re rêya darizandinê vedike.