Dengdêrên Tirkîyê, di referanduma îro Yekşemê çûne ser sindoqan, jibo guherîna hîn xalên qanûna bingehîn ku berî 30 salan ji alîyê leşkeran ve hatîbû nivîsin.
Encamên pêşîn nîşan didin ku 60 ji sedê dengdêran dengê ERÊ dane referendumê ku qanûna bingehîn ya leşkerî diguhere. Tê ragihandin, heta niha 70 ji sedê hemî dengan hatine jimartin.
Dengdana îro di salvegera darbeya leşkerî ya 1980’an de pêk hat.
49 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê navên xwe tomar kirin ku di vê referandumê de dengên xwe bidin.
Hemwelatîyên Tirkîyê dengê Erê yan Na bikar anîn, jibo 26 xalên peketa reformên qanûna bingehîn.
Hikûmet dibêje, xalên nû dê demokrasîya Tirkîyê xûrttir bike û qanûna bingehîn ya heyî pirtir nêzîkî pîvanên Ewrupayê bike. Pispor dibêjin, derbazbûna referandumê gelek jîndar e, jibo endamtîya Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrupayê.
Li gorî xalên nû yên qanûna binhegîn, rêberên leşkerî ya darbeyan jî dê werine darizandin.
Partîya Kurdan ya serekî Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bang li alîgirên xwe kirîbû ku referandumê boykot bikin, bi sedemê ku guherîn qala Kurdan nake.
Tê ragihandin, di çend bajaran de bûyerên tund û tûj qewimîn û jimareke kes li Mersînê hatine binçav kirin.