Binyadê Rojhalata Navîn li Waşinton korek jibo Reidar Visser lijêr navê rastêyên dabeşkirina desthelatê di hikumeta dahatî ya Îraqê de rêkxist. Wî got rêkeftina dabeşkirina desthelatê digel destûrî êknagirin û niha Îraq berev demokrasîyeta piranîya destûrî diçit. Bi bawerîya birêz Visser rêbaza Amerîka bo Îraqa dahatî di qazanca Îranê deye çinkû dê nûneratîya Sûnîyan di hikumeta bêt de sembolîk be. Birêz Visser kitêbek bi navê ‘Welatên Êkgirtîyên Amerîka û Qonaxa Vegûhastinê li Îraqê 2005- 2010’ nivîsandîye.
Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li wir bû û ev raport amade kirîye. Jibo gûhdarî kirina raportê, fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.