Li Enqerê gelek rexistinên sivîl, sendîka û hejmareke partîyên siyasî bi sedema 1’ê Îlonê ya Roja Aştîyê ya Cîhanê kom bûn û bi daxwazên xwe yên aştîyê roj pîroz kirin.
Beşdarvanên pîrozbahîya Roja Aştîyê ku xwe wek Hêzên Demokrasî û Kedê bi nav dikin, daxuyanîyeke hevpar nêrîn û daxwazên xwe bi Kurdî û Tirkî dîyar kirin.
“Jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd, di warê sîyasî de pêwîste ku li Tirkîyê maf û azadî werin berfireh kirin.”
Roja Aştîyê ya Cîhanê li Tirkîyê di 1’ê Îlonê de tê pîrozkirin, lê li Ewrupa û Amerîka ev roj di 21 Îlonê de wek “Roja Aşitîyê ya Navnetewî” tê pîrozkirin.
Di çalakîyê de HDP, Dayikên Aştîyê û rexistinên din dirûşmên wek “Şer dide windakirin, aştî dide qezenc kirin”, “Em jiyaneke azad dixwazin” qîrandin.
Hêzên Demokrasîyê û Kedê di daxuyanîyê de pirsgirêkên Tirkîyê û çareserkirina van pirsgirêkan anîn ziman.
Wan hevdem rewşa aştîyê ya li herêmên Kurdan û li Efrîya, Rojhilata Navîn, Ukrayna û hin heremên din yên cîhanê dest nîşan kirin û çareserîya pişrgirêkên li pêş avabûna aştîyê daxwaz kirin.
Di vê daxûyanîya hevpar de beşdarvanan bal kişand ser operasyonên ku li herêmên Kurdan tênê rêvebirin jî û wiha gotin:
“Him li Tirkîyê him jî li hin welatên din hê jî li ser çand û zimanê Kurdan qedexekirin didome. Li gel vê dîsa tê xwestin ku vîna siyasî ya Kurdan were şikandin. Em dijî van hemû kiryaran in.”
Wan ser rewşa li heremên xweser yên Kurdan li bakûrê Sûrîyê jî sekinîn ku di nava Kurdan de ev herem bi gelemperî wek Rojava tê bi nav kirin.
Hêzên Demokrasîyê û Kedê gotin ku Rojave li ser wekhevîya mafên gelan hatîye damezirandin û li wir sistemeke azad ya wekhev tê damezrandin.
“Li Rojava sîstemeke azad heye. Ew der rêveberîya xwe ser pêk tîne û azadîya jinê ji her tiştî girîgtir ser disekine. Berî her tiştê ew der sîyasete laîk heye. Lê mixabîn Tirkîye dixwaze ku van destkeftîyan bifetisîne.”
Qeyrana aborîya Tirkiyê jî di rojeva Hêzên Demokrasî û Kedê hebû.
Di daxuyanîyê de hat eşkere kirin çavkanîyên darayî yên Tirkîyê herî zêde bo lêçûnên şer têne xerc kirin û welêt di 2021’an de di ware aborîyê de ji sedî 4.4 piçûk bûye.
Lê, hate bi bîr xistin ku di heman serdemê de li Tirkîyê di warê çekbûnê de ji sedî 2.6 zêdebûn çê bûye û desthilatdarîyê bo lêçûnên leşkerî zêtetirî 2.1 trîlyon Lîrayê Tirk xerc kiriye.
Beşdarvanên Roja Aşitîyê ya Cîhanê ji desthilatdarîya Tirkîyê daxwaz kirin ku dev ji vî şerê bê feyde were berdan.
Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin: