Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Cîwan li Enqerê jibo Çareserîya Pirsgirikên Xwe Civîn


Endamên Komela Medyakarên Cîwan (GMD) li Enqerê di resepsîyoneke de hatin ba hev.

Di hevdîtinê de hate gotin ku li Tirkîyê di zanîngehên ragihandinê de 12 mîlyon kes mezûn bûne, lê di nav wan de tenê % 5 di karê ragihandinê de dişuxulin.

Li Tirkîyê hejmara rojnamevanên temen cîwan her ku diçe zêde dibe, lê ew yek bêkarîyê jî tine.

Di civîna rojnamevanên cîwanan de herî zêde jî li ser van mijaran hate sekinîn. Ew radigîhînin ku divê odeyeke pîşeyî ya xebatkarên medyayê were vekirin.

Serokê GMD'ê Umut Emre Çinar ji Dengê Amerîka re got ku li piştî zagonsazî, rêvebirî û dadwerîyê wek hêza çaran medya tê.

“Rojnamevanî karekî girîng e loma jî her sal rojnamevanên cîwan dest bi vî karî dikin. Lê mixabîn jibo vî karî hê jî odeyeke pîşesaz li Tirkîyê tuneye û ew jî pêşîya rojnamevanên cîwan digire. Jibo ku yên ku zanîngehê diqedînin cî nabînin ku staj bikin û karê xwe baş fêr bibin.”

Çinar dîyar dike ku pirsgirêkên rojnamevanan dijwartir dibe, le rojnamevanên ku nû ji zanîngehê derketine yekser rûbirûyê pirsgirêkan dibin.

“Di nav sektora rojnamevanîyê de gelek kes hene ku rojnamevanî nexwendine û ew jî pêşîya rojnamevanên ku zanîngeh qedandine digire. Karê rojnamevanîyê karekî pisporîyê ye, ne karekî ku kesên bêkar wê xebatê bikin û ew jî xelet e.”

Komela Medyakarên Cîwan di sala 2019’an de hatiye damezirandin û heya niha 151 endamên vê hene. Armanca wê ew e ku pirsgirêkên rojnamevanên ku di warê medyaya nivîskî, televîzyon û înternetê de dixebitin, dîyar bikin û çareserî ji wan re bibînin.

ED_02_08_2022_Komela_Medya_Ciwan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00
XS
SM
MD
LG