Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Behsa Pêşketinên Peywendîyên ligel Rûsya û Îsraîlê Dike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan nameyek ji Serokê Rûsî Vladimir Putin re şand û li ser gêrkirina firoka Rûsî ya ji alîyê artêşa Tirkîyê ve, lêborîn xwest.

Erdogan li ser peywendîyên bi Rusya û Îsraîlê re danîne, agahî dan. Wî got, jibo başkirina têkîlîyên bi Rusyayê re gav avêtine û wî di nameya xwe de anî ziman ku gavên jibo başkirina têkîlîyan xêra her du welatan e.

“Min ji birêz Putin re destnîşan kir û xemginîya xwe bo gêrkirina firokê anî ziman. Ev bûyer zirarê da her du welatan. Lê, divê em dest ji wê sîyasete berdin û dîsa têkîlîyên xwe normal bikin. Feyda Tirkîye her dem gihîştîye ji cîran û dostên wê. Jibo aşitî û aramîya herêmê pêş keve, em divê em jibo têkîlîyên bi welatên cînar re gavên nû bavêjin.”

Serokwezirê Tirkîyê Bînalî Yildirim jî destnîşan kir ku di nav çend rojan de wê Erdogan û Putin bi rêya telefonê biaxivin.

“Me dîyar kir em şirîkên xema malbatên pîlotên firokê ne. Em eşkere dikin ku heke pêwîst be emê tezmînatê bidin malbatan. Em dibêjin divê ev têkîlî êdî bigihe asta pêdivî. Alîyê din jî vê yekê dibîne û erê dike,” Yildirim got.

Erdogan derbarê peymana lihevhatinê ya bi Îsraîlê re jî nirxandin kirin. “Ez hêvî dikim ku ev peyman jibo her du welatan bi xêr be. Li ser têkîlîyên me yên aborîyê de dê pêşketin çêke. Jibo peymanê ez spasîya birêz Obama û kesên din dikim”

Di sala 2010î de komadoyên Îsraîlê êrîşê biribûn ser keştîya Mavi Marmarayê ku alikarîyên mirovî dibirin ji Gaza. Di êrîşê de 10 hemwelatîyên Tirk hatibûn kuştin.

Erdogan got ku jibo başkirina têkîlîyan sê şertên Tirkîyê hebûn:

“Şerta yeke divîya Îsraîl jibo vê bûyerê lêborînê bixwaze; Di sala 2013'ê de bi şahidîya birêz Obama, serokê Îsraîlê lêborinê xwest. Şerta duyê tazmînat bû ku divê 20 mîlyon dolar pere bidin malbatên qurbanîyan.”

Erdogan da zanîn ku şerta sêyê ew bş ku divê rewş jîyana gelê Fîlîstînê yên li Gaza dijîn baştir bibe, dorpêçkirina li ser wê were rakirin. “Divê sîstema av û elektrîkê li wir çekin. Me xwe da ber ku em xetên elektirikê nû bikin. Lê mixabin kêşeya avê hin berdewam e. Emê berîya cejnê 14 ton alîkarîyên mirovahî, derman, cil, xwarin û vexwarin dê bişînin Gaza.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî got ev peyman dê pêşketineke mezin li ser aborîya her du welatan çêke.

KHF_6_28_16_RTE
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00

XS
SM
MD
LG