Li rojên 2 heta 4 ê Avdarê û li bajarê Amedê Konferansa Zimanê Neteweyî Kurdî hat birêvebirin bi amadebûna pitir ji 300 zimanzan û taybetmendan. Beşdarên konferans di gotinên xwe de bal kişand ser alfebê û zaravên Kurdî û pêkînana ferhengek Kurdistanî bi tevaya zaravan.
Sabahtîn Gultekin, mamostayê zimanê Kurdî û êk ji birêveberên konferansê mêvanê Bernama Ferheng û Torî Kurdî bu. Wî got cudahîya navdera zaravên Kurdî kûr buye û armanca konferans lihev civandinma wan bû.
Jibo guhdarî kirina Bernama Ferheng û Torê Kurdî û hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Sabahtîn Gultekin, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.