Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Samî Tan, Serokê Enstîtuya Kurdî yê Stenbolê li ser kempeyna Tevgera Ziman û Perwerdaya Kurdî (TZP) dipeyîve.
Birêz Tan dibêje, kempeyna TZP ev e ku zarokên Kurd jnavbêra 20 û 2'5ê Îlonê neçine dibistanan û perwerdeya bi Tirkî boykot bikin. Bi vî awayî, TZP dixwaze doza perwerdeya bi zimanê zikmakî bilind bike û her wiha, hişyarîya gel ya li ser vê mijarê jî zêde bike.
Heku dixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’ a jêrîn klîk bikin.