Di demeke de ku xwepêşandanên li dijî Beşar Esed berdewam dikin, rejîma Sûrîyê jî bi awayekî tundtir êrîşî xwepêşanderan dike.
Dezgehên ragihandinê dibêjin, jimareya kuştîyan geheştiye 1000 kesan û li çend bajarên Sûrîyê jî ke gorên komkujî hatine dîtin.
Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mislim Mihemed rewşa vê dawîyê li Sûrîyê dinirxîne.
Birêz Mihemed dibêje jibo demokrasî bo hemî Sûrîyê û jibo destxistina mafê gelê Kurd ew xwepêşandan û berxwedana xwe didomînin.
Serokê PYDê dibêje, di 14’ê vê mehê 12 partîyên Kurd yên li Sûrîyê hatine ba hev û enîyeke hevbeş pek anîn da ku daxwazên gelê Kurd dîyar bikin.
Salih Mislim Mihemed li ser raportên medyayî ku dibêjin, ew bi Serokê Sûrî re dibêje, ev nûçe bê bingeh e, lê jibo çareserîya pirsa Kurdî ew li hemî derdoran re rûnin.
Birêz Mihemed her wiha dibêje, biryara Amerîkayê ya danana cezayên li dijî Esed biryareke baş e lê divê rêvebirîya Amerîkî sîyaseta xwe li gorî azadîya gelan firehtir bike.
Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.