Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê PYDê Rewşa Sûrîyê Dinirxîne


Kurdên Sûrîyê li ber balyozxaneya Sûrî ya li Beyrudê xwepêşandanê dikin û rejîma Beşar Esed şermezar dikin.
Kurdên Sûrîyê li ber balyozxaneya Sûrî ya li Beyrudê xwepêşandanê dikin û rejîma Beşar Esed şermezar dikin.

Di demeke de ku xwepêşandanên li dijî Beşar Esed berdewam dikin, rejîma Sûrîyê jî bi awayekî tundtir êrîşî xwepêşanderan dike.

Dezgehên ragihandinê dibêjin, nêzîkî 3.000 kes ji hêzên ewlekarîyê ve li Sûrîyê hatine hinda kirin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mislim Mihemed rewşa vê dawîyê li Sûrîyê dinirxîne.

Birêz Mihemed dibêje, serhildana pîroz ya gelê Sûrîyê bi firehbûn didome, lê hîn kesan dixwazin li ser vê serhildanê berjewendî ji xwe re çêkin. Konferansên li Antalya û Stenbolê nîşana vê yekê ne û ew kesana hîn jî pênasînê bi mafê gelê Kurd nakin.

Serokê PYDê dibêje, biryara rejîma Sûrî ya derbazbûna sîtema pir-partîyî jî derew e jiber ku damezrandina partîyan tenê bi fermana wezareta hindur pêk tê.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.

XS
SM
MD
LG