Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Derheqa Parlamentera HDP’ê Semra Guzel Biryara Girtinê Derxist


Semra Guzel
Semra Guzel

Parezbendîya parlementera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Semra Guzel di 1’ê Adarê 2022’yan de hatibû rakirin. Piştî vê rakirinê di 24’ ê Adarê de derheqa Guzel biryara girtinê derket.

Parlementara HDP’ê Semra Guzel di sala 2014’an de bi çekdarê PKK’ê Volkan Bora re wêne kişandibû.

Ev wêneyan ji alîyê Ajansa Anatolîyê ya dewletê ve di demên borî de hatibû weşandin û jiber van wêneyan di derheqa Guzel de jibo dawîkirina parezbendîyê daxnazname hatibû amade kirin.

Parlementoya Tirkîyê di 1’ê Adarê 2022’yan de bi rûniştineke taybet de bi 313 beramber 52 dengên biryara dawîkirina parlamenterîya Guzelê dabû.

Serdozgerîya Tirkîyê di 24’ê Adarê de derbarê Guzel de biryara girtinê derxist.

HDP’ê hem li ser rakirina parlementerîya Guzel û hem jî li ser biryara girtinê bertêkek xurt nîşan da.

Çekdarê PKK’ê Volkan Bora (Koçero Meletî) li bajarê Semsûrê, di operasyoneke de ji alîyên leşkerên Tirkîyê ve hatibû kuştin.

Berî vê operasyonê di sala 2014’an de Guzel serdana çekdarên PKK’ê kiribû û ev wêneyana bi hevre kişandibûn. Piştî mirîna Bora, di telefona wî de ev wêne derketibûn û ew yek wek piştgirîya Guzel ya ji PKK’ê re hatibû dîtin.

ED_25_03_2022_Biryara_Girtina_Semra_Guzel
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:01 0:00
XS
SM
MD
LG