Gelek rojname û malperên cîhanî û Tirkî dinivîsin ku artêşa Tirkîyê peymaneke veşartî ligel hikûmeta Sûrîyê îmza kirîye, ku li gorî wê peymanê, efûyeke giştî jibo 4 hezar endamên PKKê tê derxistin û ew li Sûrîyê bicîh dibin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, pisporê Sûrîyê Sîyamend Haco qala îdîayên peymana navbêra Tirkîyê û Sûrîyê dinirxîne.
Birêz Haco dibêje, ti nîşaneyên guherînê di sîyaseta rejîma Sûrî de tuneye ku meriv bawerî bi vê îdîayê bike. Heta îro jî zulm û zaxtên rejîma Sûrî ya li dijî Kurdan berdewam in û gelek kes di zindanê de ne.
Sîyamend Haco ku di heman demê de rêvebirî malpera www.Kurdwatch.org e, her wiha behsa vê malperê jî dike û sedema vekirina wê zelal dike.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.