Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanên Kurd yên li Tirkîye Derketine Pêş Dadgehê


Hêzên ewlehî yên tirk li ber avahîya dadgehê nobedarî dikin
Hêzên ewlehî yên tirk li ber avahîya dadgehê nobedarî dikin

Li Tirkîyê dadkirina bêtirî 150 Kurdan îro destpê kir, ku guman heye ligel grubeke serhilda ya neqanûnî peywendîdar in.

Dadgeheke li bajarê Dîyabekirê yê başûra rojhilatê, îro Duşemê destpê rûniştina dozê kir.

Dozgerên Tirk, sîyasetvanên Kurd tawanbar dikin, bi cîh girtina nav karê baska sîyasî ya Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK.

PKK ji zêdeyî 20 salan vir ve şerî otonomîyê dike, li başûra rojhilata welêt û Tirkîye, PKK’ê wekî rexistineke terorîst binav dike.

Tê ragihandin, jibo hîn kesên girtî, heta dirêjîya jînê zindanî kirin tê daxwaz kirin.

Çend rexistinên Kurdî gilî û gazincna dikin ku dadgeh sîyasî ye û Tirkîyê dixwaze dengê sîyasetvanên Kurdan bibire.

Di nav kesên berguman de 12 bajarvan jî hene ku yek jî wan jî bajarvanê Dîyarbekirê ye.

XS
SM
MD
LG