Rêvebirîya Karên Olî ya Tirkîyê ku li nav gel wekî Dîyanet tê zanîn, nehêla ku Weşanxaneya Nûbiharê ya Kurdî beştarî li Fuara Pirtûkan ya Stenbolê bike.
Berpirsê Giştî yê kovar û weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk dibêje, ev nêzîkî 8 sal in ku weşanxaneya wan her sal serîlêdanê dike, lê Rêvebirîya Karên Olî ya Tirkîyê berdewam rê li ber wan digire.
Birêz Çevîk radigîhîne ku Dîyanet di bersîva xwe ya fermî de dibêje, cîh tune ku Weşanxaneya Nûbiharê berhêmên xwe pêşangehê raberî xwendevanan bikin. Ew sedem ne rast e û helwesteke li dijî zimanê me ye.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.