Bizavkarên Kûrd dibêjin desthelatdarên Sûrî evsal rê didin Kurdên Sûrîya şahîyên Newrozê bikin li demê kû jimareka zîndanîyan li girtîgehên welatî dest bi gireveka xwebirçîbûnê kirîye, çend Kurd dinav wan dene. Zîdebarî vê hêşta girjî li çend bajaran heye piştî xwenîşandan û şer û lihevçûna nêvbera wan û hêzên ewlekarîyê de û kûştina 5 kesan. Di hevpeyvînekê de digel pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Mûstefa Oso, serokê rêkxistîya Kurdî ya berevanîyê li mafê mirovan (DAD) di bêje rewşa welatî netenaye û nebûna demûkrasîyetê dibine gera xwenîşandana.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Mûstefa Oso , lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.