Hikûmeta Tirkîyê îro Pencşemê radigîhîne, hejmara Sûrîyên ku ji tirsa tolhildana hikûmetê derbazî Tirkîyê bûne, geheştîye nêzîkî 2.500 kesan.
Penaberên Sûrî hewil didin ku xwe ji sîtemkarîya Beşar Esed ya dijî xwenîşanderên hevrik rizgar bikin, ku ev çend hefte ne berdewam dikin.
Hikûmeta Sûrî çeteyên çekdar bi kuştina 120 endamên ewlekarîyê, li herêma tixubê tawanbar kirîbû û soza pêngavên tolhilder dabû.
Rûniştvanên bajarokê Cisr El Şughur ev çend roj in ji tirsa êrîş û kiryarên hikûmetê direvin û derbazî axa Tirkîyê dibin.