Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Pîvanên Ewlehîyê Xûrt Dike


Sûrîye Pîvanên Ewlehîyê Xûrt Dike
Sûrîye Pîvanên Ewlehîyê Xûrt Dike

Hêzên ewlehî yên Sûrî li ber parlemana wî welatî hatine bicîh kirin, li hember xwepêşandanên muhtemel.

Kempeynên xwepêşandanê li ser malpera Facebookê banga xwepêşandanên dijî hikûmetê Sûrî kirîbû. Banga bizavkaran dixwest xwenîşandêr îro Înîyê û sibe Şemîyê li paytaxt Şam kom bin û nerazîbûna xwe dîyar bikin.

Rûpela bi navê "Şoreşa Sûrîyê ya 2011’ê" ku ji alîyê Sûrîyên li dervayê welat hatiye amade kirin, her wiha banga xwepêşandanên aştîyane dike li pêş balyozxaneyên Sûrî yên li Amerîka, Brîtanya, Kanada, Danîmarka û li Swêdê.

Bizavkar ji hikûmeta Sûrî dixwazin ku reforman pêk bîne û derbazî sîstema pir-dengî û beştarvan be.

Televîzyona Al Jazeera ya Erebî radigîhîne, gelê Sûrîyê gelek ji dewlet û îstîxbarata Sûrî ditirsin.

XS
SM
MD
LG