Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Sûrî Revîyan Tirkîyê


Bi Dehan Sûrî Revîyan Tirkîyê
Bi Dehan Sûrî Revîyan Tirkîyê

Komeleka 122 penaberêt Sûrî derbaz bûne axa Tikîye, di demekê de ku xelkê sivîl ji bajêrokekê nêzîkî sînorî direvin piştî hikûmeta Sûrî soz da ku dê bersiveka tund deteve li ser zêdegaviyêt vê dawiyê.

Serokwezîrê Tirkîyê Receb Tayyib Erdogan roja Çarşembî got, Tirkîye dergehê xwe nagrît beramberî penaberan ku ji ber aloziya ji Sûrîyê derdikevin.

Sûrîye “cerdekarêt çekdar” xetabar dike beramberî kuştina 120 efserêt parastinê. Lê belê akinciyêt deverê û bizavkar hevbîr nîne li ser wê jimara karbidesta diyar kirî, û dibêjin şer hate kirin li navbera hêzêt parastinê bi xwe, dema leşkeran piştevaniya xwepêşanderan kirî piştî çend rojêt şer û pevçûnan.

Li gor raportêt din, xelkê sivîlê Sûrî jî çek hilgirtbûn da berevanî ji xwe bikin.

Belê gotinêt herdu aliyan nahêne piştrast kirin, çunkî karbidestên Sûrî rêkê nadene rojnamevanêt biyanî ku biçin wî welatî.

XS
SM
MD
LG