Piştî 11 salan şûnve di dawîya sala 2022’yan de di navbera Wezîrê Bergirî ya Tirkîye, Sûrîye û Rûsya de hevdîtinek pêk hat.
Pênaberên Sûrîyê li vê hevdîtinê erênî temaşe nakin. Ew radigîhînin heke Tirkîye pêwendîyê xwe ligel Serokê Dewleta Sûrîyê Beşar Esad pêş xîne, ev yek jî wê Esad rewatir bike.
Aktîvîstê Sûrî Ûsame Ebûşî, ku 5 sal berê ji Sûrîyê ji Helebê hatiye Enqerê, hevdîtinên Sûrîyê û Tirkîyê ji Dengê Amarîka re manevrayeke sîyasî dibîne.
“Ev hevdîtin wê li Sûrîyê çareserîyeke neyînin jibo ku rejîma Esad meşrûbûna xwe hinda kirîye. Tirkîye dewleteke mezine, ev yek jî wê ti feyde nede Tirkîyê.”
Elbûşî dîyar dike ku ger Tirkîye ligel Sûrîyê peyman çêke jî, ewê venegerin Sûrîyê û li Tirkîyê bimînin.
“Sûrîye niha ne wek berê ye, beş beş parçe bûye. Ne pêkan e ku em vegerin Sûrîyê jiber ku rejîma ku ewlekarîya me peyda bike tuneye. Di nav 11 salan de vê rejîmê ji 10’an zêdetir efû derxistin, lê hê ji li girtîgehan bi hezaran mirov hene. Dîsa bi hezaran mirov jî hatin kuştin loma em naxwazin vegerin Sûrîyê.”
Rêvebirê Navenda Lêkolînên Koçberîyê ya Zanîngeha Yildirim Beyazît Dr. Alî Zafer Sagiroglu dibêje ku bi mijara penaberên Sûrî pir yevlihev e.
“Bi mîlyonan Sûrî koçber bûn, ji nîv mîlyonî zêdetir kes jî hatine kuştin, bi 10 zaran kes jî hatine birîndar kirin. Sedemê wan gîş rejîma Sûrî ye. Ev rejîm ne bawerîyekê dide û ne jî ewlekarîyê peyda dike loma jî pênaberên Sûrî têkilîyên Tirkîyê û Sûrîyê bi fikar temaşe dikin.”
Sagiroglu, bawer nake ku ger peymanek çêbe, wê gelek pênaberên Sûrî vegerin welatê xwe.
Di sala 2018’an de li 6 bajarî bi 1900 kesên Sûrî re lêkolînek hate çêkirin. Di nav vanan de sadan 53 gotin ku em dahatûya xwe li Tirkîyê dibînin. Li gor van daneyan heke li Sûrîyê rejîm biguhere an jî bikeve ew bi tenê dixwazin vegerin.”
Çavên pênaberên Sûrîyê niha li ser hevdîtinên Tirkîyê û Sûrîyê ne. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî di gotareke xwe de rigihand ku di navbera her du serokan de wê civînek çêbibe. Ev civîn jî pêkane ku di dawîya vê mehê de pêk were.