Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmam Taşçier: Kongre HDP'ê Bersîva Çareserîya Pirsgirêka Kurd E


Kongreya Asayî ya 5’an ya HDP'ê,3 Tîrmeh,2022, Enqerê, Tirkîye -4
Kongreya Asayî ya 5’an ya HDP'ê,3 Tîrmeh,2022, Enqerê, Tirkîye -4

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 3’ê Tîrmehê de li paytexta Tirkîyê, Enqerê Kongreya Asayî ya 5’an dar xist.

Bi hezaran endam û alîgirên HDP'ê ji destê serê sibê ve ji çar derbazgehên Enqerê gehiştin Salona Sporê ya Arena ku beşdarî vê Kongreyê, bibin.

Gelek beşdarvan jî kongre ji derveyî salonê Kongre temaşe kirin jiber ku di hindûr de cîh nemabû.

Nav salonê bi pankartên “Soza me heye, çareserî emin”, “Li henberî pirsgirêka jînê, çereserî emin”, “Faşîzmê re rê tuneye, çareserî em in”, “Ji rojramevanan re azadî” û herwiha hin parkartên din jî hatibûn daliqandin.

Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, bo Dengê Amerîka Kongreya Asayî ya 5’an ya Partîya xwe nirxand.

Îmam Taşçier dîyar kir ku di demên dawî de ser partîya wan gelek zextên mezin têne meşandin û desthilatdar li bende ne ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê, HDP were girtin.

Îmam Taşçier
Îmam Taşçier

“HDP bi keda gelê me hatîye damezirandin. Yên ku dixwazin bi rê û rêbazên bê hiqûqî partîya me bigrin, bila bibînin ku îro gelê me li vê derê bersîva wan da. HDP ne partîyekî ku bejna xwe bitewîne , “ Taşçier got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku endam û piştgirên Partîyê di Kongreyê de bersîva givaştinên ser HDP'ê dane.

“Gelê me di vê kongreyê de bersîva yên ku ser HDP’ê zextan çêdikin da.
HDP bi xwe hêza xwe ji gel digire û ana jî hun dibînîn ev gelê me li vê derê bersîva wan dide,” Taşçier got.

Taşçier band li hikûmetê kir ku piştgirîya bo HDP'ê bibîne û herwiha çereserîya pirsgirêka Kurd demûdest têxe rojevê.

Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan di gotarên xwe de giranî dan ser çareserîya pirsgirêka Kurd û girîngîya rakirina tecrida ser Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman.

Sancar û Pervîn Buldan herwiha got ku ew wek HDP' ê bo pêyvajoyeke çareserîyê û aştîyê ya li Tirkîyê amade ne.

Ji alîyê din ve, dema kongre didomî, serdozgerîya Enqerê dijî wê kongreyê lêpirsînek da destpê kirin.

Taşçier bal kişand ser vê yekê û biryara lêpirsînê ya dijî Kongreya HDP' ê rexne kir.

“Yên ku serketina HDP’ê naxwazin, dixwazin ku pêşî li vê serkettinê bigirin. Lê, hêza ti kesî ne pêkan ku li hemberî van daxwaza astengîyan ava bike.”

1050 delege beşdarî Kongreya 5’an ya HDP' ê bûn. Di Kongreyê 100 kes bo Civata Giştî ya HDP' ê , 50 kes wek şûngirên wan û herwiha 30 kesên din jî bo Lîjneya Rûmetê hatin hilbijartin.

Hevserokên Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar û Pervîn Buldan di kongreyê de carek din wek hevserokên HDP’ê hatin hilbijartin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Îmam Taşçier: Kongre HDP'ê Bersîva Çareserîya Pirsgirêka Kurd E
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00
XS
SM
MD
LG