Li gor Raporta Azadîya Çapemenîyê (2021-2022) ya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) 23 rojnamevan di zindanan de ne. TGS, radigîhîne ku li Tirkîyê rojnamevan jiber nivîs û axaftinên xwe têne girtin.
Li gor raporta TGS’ê ev rojnamevanan li girtîgehên Mêrdîn, Wan, Mereş, Îzmîr, Sîlîvrî, Tekîrdag, Balikesîr û li hin bajarên din têne girtin.
Di nav wan de peyamnêr, nivîskar, nûner û gerînendeyên giştî jî hene.
Li Tirkîyê tepeserkirina desthilatîyê li ser rojnamevan zêdetir dibe û di 8ê Hezîraê de li Amedê 21 hatin desteser kirin.
TGS li hemberî van êrîşan bertêk nîşan û di vî warî de daxwazên xwe wiha vedibêje:
“Li Tirkîyê hevalên me jibo ku dinivîsîn an jî karê xwe dikin, rastî zextên desthilatîyê tên. Her roj azadîya rojnamevanan tê asteng kirin û gel jî ji mafê agahîwergirtinê mahrûm dibe. Em li vê derê bang dikin ku hemû hevalên me yên girtî werin berdan.”
Li Tirkîyê sazîyên çapemenîyê jî di bin himan zextan de ne. Sazîya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) li ser gelek televîzyona cezayên pere û girtinê birîne.
Serokê Gîştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu berî çend heftan hin belge li ser medya civakî eşkere kiribûn.
Kiliçdaroglu îdia kiribû ku malbata Erdogan ji rêye hin kompanîyan pere direvîne dervayî welat û ew dixwazin birevin derve.”
RTUK’ê televîzyonên wek Tele1, KRT TV, Flash TV û Halk TV, ku ev daxuyanî weşandin, cezayê diravî birî û rojnamevan û sazîyên rojnamevanan ew yek wek sansûreke mezin nirxand.
Rêvebir û endamên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) li Enqerê li pêşîya avahîya RTUK’ê çalakîyek li dar xist û ev helwesta RTUK’ê protesto kir.
Seroka Baskê TGS’yê ya Enqerê Esra Koçak got ku RTUK bi van cezayan dixwaze ragihandina rikeber bi tevahî tune bike.
“Me li Zagona Bingehîn temaşe kir cîyê vê biryarê tunene. Me li peymanên navnetewî jî nihêrî û dît ku cîyê vê biryarê tuneye. Me li qanûnên navxweyî yên RTUK’ê jî temaşe kir di vê derê de jî cîyê vê biryarê me nedît. Em li vîr dipirsin gelo RTUK’ê li gor çi van cezayan dide?”
Li Tirkîyê medya hema hema % 90 nêzîkî desthilatî ye û yên mayî jî gava tiştekî dijber binivîse yan biweşîne yekser rastî cezayan tê.
Li gor daneyên TGS’yê bes di demên dawî de ji 71 televîzyonên dijber re ceza hatine birîn.
TGS radigîhîne ku yên ku hevkarîya desthilatîyê dikin heta niha jî ji vana qet ceza nehatîye dayîn.