Li Tirkiyê di nav sala 2021’an de 801 bûyerên tundtûjiyê yên ji egera karanîna çekî qewimîne. Ev yek jî kêmasîya ewlekarîya civakê pêşçv dike.
Li gorî daneyên Fermandarîya Giştî ya Jendermeyan di sala 2018’an heta vê demê di çekê takekesî de %100 zêdebûnek çêbûye.
Bes di sala 2018’an de 7 hezar 630 kes bûne xwedîyê destûra çekan. Ev hejmar di sala 2021’an de derketîye 16 hezar û 569 kesî.
Evana tenê dikarin çekan li cîyekê bihêlin. Lê yên ku bikaribin çekan hilgirin û bi xwe re bigêrînin hejmara wan di sala 2018’an de 3 hezar 41 kes bûn, ev hejmar di sala 2021’an de derketîye 9 hezar û 870 kesan.
Pispor, hişyarî didin ku heke ev bergirîyên destûrdayîna çekên takekesî neyê girtin wê di nav civakê de bibe xeterek mezin.
Opozîsyon di vî warî de bi fikar e. Ew amaje dikin ku li Tirkiyê dibe kû bûyerên neçaverêkî çêbibin. Ji ber vê jî ew dibêjên pêwîste ku pêşî li vê destûrdayîna çekên takekesî were girtin.
Endama Lijneya Dîsîplîna Bilind ya CHP’ê parêzger Tûba Torûn dîyar kir ku, di kuştina jinan de sedan 52 bi çekên ku diteqin çêbûne. Torûn vê yekê wiha rave dike: “Li ser înternetê kirîna tifinga nêçîrê, ji pêlav kirînê asantir e. Heta malan tînin û radest jî dikin. Ev yek rewşeke tirsnak e.”
Li gorî pisporên civakî biçekbûna takekesî di nav civakê de tundîyê jî zêdetir dike.
Li gorî lêkolînan her roj li Tirkiyê herî kêm yek kes bi çek tê kuştin. Di şahîyan de bigre heta şînê jî çek dibin sedama mirina mirovan.
Li gorî raporta Platforma Rawestandina Kuştina Jinê di meha Hezîranê 2022’yan de 31 jin hatine kuştin û di nav van de jî 17 jin bi çekên teqînî mirine.
Li ser desturdayîna çekên takekesî, ji alîyê Gerinendeyê Giştî yê Ewlekarîya Tirkiyê ve daxûyanîyek hate dayîn.
Di vê daxûyanîyê de midurîyeta ewlekarîyê nûçeyên ku li ser destûrdayîna çekên takekesî hatine çêkirin nerast dibîne û wiha dibêje:
“Di hin nûçeyan de tê dîyarkirin ku li Tirkiyê 25 mîlyon çekên bê destûr û 2 mîlyan 500 hezar çekên bi destûr hene. Ev hejmarên ku hatine dayîn rast nînin û derew in. Di nav 5 salên dawî de zêdebûn nîne kêmbûn heye. Hejmara rast 627 hezar û 765 çekên ku destûr girtine û dikarin bi xwe re veguhêzin hene.”
Gerînendeyê Giştî yê Ewlekarîyê her çiqas van hejmara bide jî lê pispor amaje dikin ku li Tirkiyê hejmara çekên bê destûrî gelekin.